Turkîya rê xweş dike Ocalan bixe destesrî ya di mal de

Turkîya rê xweş dike bo veguhaztin a Ebdûlla Ocalan ji zîndan a kitkesîyê ber bi desteserî ya di mal de wek bwar vekirin bo danûstandinan li gel PKKyê mîna ku li rojname ya Elheyat a Lendenî de hatîye.

K24- Hewlêr

Turkîya rê xweş dike bo veguhaztin a Ebdûlla Ocalan ji zîndan a kitkesîyê ber bi desteserî ya di mal de wek bwar vekirin bo danûstandinan li gel PKKyê mîna ku li rojname ya Elheyat a Lendenî de hatîye.

Berpirs ên Turkîyayê behs a veguhaztin a Ebdûlla Ocalan, serok ê Partî ya Karker ên Kurdistan(PKK)yê ji zîndan a kitkesîyê li Îmralî bo desteserkirin a di mal de.

Rojname ya Heyat li ser zar ê Berpirs ên Turkîyayê ragehandye: vehuhaztin a Ocalan ji Zîndanê bo desteserî ya di mal de, pişkek dibe ji taqîkirin a agirbesê li gel PKKyê  ku niha li gel dewlet a û supayê Turkîyayê di şerr de ye.

Belvbûn a evê nûçeyê di demekê de heye ku serok wezîr ê nû yê Turkîyayê Bînalî Yeldirim hebûn a her core danûstandinekê li gel PKKyê red dike û rijte li ser berdewambûn a operasyûn a PKKyê.

Li gor ewê çavkê, berpirs ên Turkîyayê dest bi berfirehkirin a bender a Îmralî bike û bazgeh ên pişkinînê zêdetir bikin û avahîyek a vehewyanê duristbike, ku pişkeke ji pêngav ên veguhaztin a Ocalan ji zîndan a kitkesî bo desteserkirin a di mal de li girav a Îmralî daku rê bihê xweşkirin bo danûstandin ên fermî li gel Enqereyê, wek amajeyek bo bijartin a (hêwirkirinê)li gel PKKyê.

Cemîl Bayîk, hevserok ê Konse ya Rêveberî ya Kom a Civak a Kurdistanê (KCK) berê jî ragehandibû danûstandin li gel Turkîyayê girêdayî baştirkirin a rewş a Ocelane