Serokomarê Ebxazyayê: Mafê Kurd bo dewletbûnê heye

Serokomara Ebxazyayê rola Kurd bo şerê li dijî terorê bilind dinirxîne û dibêje, ji mafê Kurd e, dewleteke wê ya serbixwe hebe.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8604356c-756d-4228-afb9-1d4208ecea37/serokyiabxazya.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomara Ebxazyayê rola Kurd bo şerê li dijî terorê bilind dinirxîne û dibêje, ji mafê Kurd e, dewleteke wê ya serbixwe hebe.

Serokê Komara Ebxazyayê Raul Comkovîç Xacîmba rola Kurd di şerê li dijî terorê bilind nirxand û derbarê pirsa serxwebûna Kurdistanê ji K24ê re axivî û got, her neteweyekî mafê wî yê dewletbûnê heye, bi vî awayî jî di yasaya navdewletî ev cîgir e û her tiştî berûvajî vê jî ne durist e.

Her di wê daxuyaniyê de, Xacîmba got jî: “Ti astengiyên me li pêş hevahengî û karê hevbeş bi ti welatekî re tune ne, hêvîdar im her netewek kar û xebatê bo serxwebûna xwe bike, bikaribin pêwendiyê ligel wê ava bikin.”