Helbestvanê Kurd Ferhadê Icmo rastî nexweşiyeke giran bûye

Tê çaverêkirin ku, bi armanca çareserkirina nexweiya wî Helbestvanê Kurd Ferhad Icmo ji Rojavyê were veguhêztin bo Başurê Kurdistanê.

K24-Navenda Nûçeyan

Mîrê helbesta Kurdî Ferhad Icmo rastî nexweiyeke giran bûye û di rewşeke xirab de dijî.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, Helbestanê Kurd yê binavûdeng Fehadê Icmo nexweşe û ji ber nexweşya xwe ya giran di rewşeke xirab de dijî .

Ferhad Icmo di sala 1960an de li bajarê Qamişlo jidayîk bûye, derçûyê zangoya Helebê beşê endezyariya medenî ye, herwiha  di sala 1978an dest bi nivîsandina Helbesta Kurdî kirye.

Helbestvanê Kurd Ferhadê Icmo xwedî gelek berhemên wêjeyî ye, ji wan berheman jî Mişta Zozan, Evîna min , Qêrîna yekemîn û Landik ku, gurzek ji helbestên zarokane , herwiha gelek behemên din yên ne çapkirî jî hene.

Di sala 2013an Ferhad Icmo xelata Helbestvanê Kurd Cigerxwîn wergirtiye.

Icmo her dem daxwaz ji nivîskar û helbestavan dikir ku, hezkirina ziman û helbesta Kurdî di dilê her mirovekê de biçînin.Helbestên Icmo ji aliyê gelek hunermedên Kurdên navdar mîna Mihmed Şêxo, Selahê Osê, Beha Şêxo û Şeyda bûne stran.

Di Helbesteka xwe de ku, diyarî nexweşên penceşêrê dike Icmû dibêje:  "Penceşêr me dikuje lê bi mere dimire."

Tê çaverêkirin ku, bi armanca çareserkirina nexweiya wî Helbestvanê Kurd Ferhad Icmo ji Rojavyê were veguhêztin bo Başurê Kurdistanê.