ENKS li Hewlêrê di simînarekê de rewşa Rojava û girtiyên siyasî gotûbêj dike

kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro û berpirsên pêwendiyên Derve yê ENKSê Kamîran Haco li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê simînarek derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanû û Sûriyê, herwiha mijarê girtiyên siyasî yên ENKSê di zindanên Asayîşa Rojava li darxist.

Derbarê wê simînarê Endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Xalid Elî ji K24ê re ragehand ku, lidarxistina vê simînarê berdewamiya çalakiyên wan yên li derve ne, herwiha behsa hevdîtinên ENKS ligel berpirsên Navdewletî li Ewropayê ne.

Derbarê civîna opozîsyonê ligel Rêveberiya Xweser Elî da zanîn ku, wan berî niha daxwaz ji PYDê kirine ku, tevlî opozîsyonê bibe lê bi şertê ku, pêwendiyên xwe bi rejîma Sûriyê qutbike.

Elî daxwaz ji PYDê kir ku, dev ji siyasetên xwe yên şaş berde û dawî bi girtina çalakvan û siyasetmedarên Kurd bîne.

Di dema dawî yê 6 endamên ENKSê ji aliyê Asayîşa Rojava ve hatine girtin.