Tevgera Goranê hizrên Mesrûr Bazanî bo dabeşkirina Iraqê bi “Îstifzazî” binav dike

Tevgera Goranê hizrên Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê dabeşkirina Iraqê bi “Îstifzazî” binav dike û karkirin bo yekperçeya Iraqê bi pêwîstî dizane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Tevgera Goranê hizrên Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê dabeşkirina Iraqê bi “Îstifzazî” binav dike û karkirin bo yekperçeya Iraqê bi pêwîstî dizane.

Endama Encûmena Parlementoya Iraqê li ser lîsta Tevgera Goranê Sirwe Ebdilwehîd di daxuyaniyekê rojnamegerî de bangên dabeşkirina Iraqê red dike û hizrên Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî yên di wê derbarê de, bi “Îstivzazî” binav dike.

Ew parlementera ser bi Tevgera Goranê ve, ku ev daxuyaniyên xwe ji malpera kenala “Afaq” ya Iraqî ragihand ku, ew hizr û bangên dabeşkirina Iraqê di nêrîneke taifî û netewî dikin, red dike û daxwaza kar bo yekperçebûna Iraqê û damezrandina wê li ser bingeheke tenduristî, dûrî gendalî û vegera dîktetorê dike.

Herwiha Sirwe Ebdilwehîd amaje kir ku, Herêma Kurdistanê beşek e ji Iraqê ye û pêwîst e hemû alîkariyê bo çareserkirina pirsgirêkan bikin, ku berpirseyatiya Iraqê di stûyê hemûyan de ye, nexasim ku niha rûbirûyî metirsiya terror û DAIŞê dibe.

Ev daxuyaniyên endama Parlementera Tevgera Goranê di Parlementoya Iraqê de, piştî hevdîtina Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tên, ku ligel ajansa “Rueters” encam dabû. Di wê hevdîtinê de Barzanî ragihandibû “Piştî şikestina DAIŞê, pêwîst e Iraq bi sê herêmên cuda Şîe, Sune û Kurd dabeş bibe, ew jî bo xwîn zêde nerije.”