Dizeyî: Me xwastiye hevkariyê di navbera Rûsya û Kurdistanê de hebe

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Rûsyayê re û gengeşeyên wan li foruma Saint Petersburgê axivî.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî derbarê têkiliyên Herêma Kurdistanê bi Rûsyayê re û gengeşeyên wan li foruma Saint Petersburgê axivî.

Berdevkê hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dîzeyî ji ajansa “Spûtnîk” re ragihand, ku Serwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re behsa rewşa siyasî, aborî û şerê DAIŞê kir.

Herwiha Dîzeyî da zanîn ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji Lavrov xwestiye ku, alîkariya wan ji pêşmergeyan re berdewam be, li gel ku alîkariyên berê di rêya Bexdayê re dihatin.

Ji aliyekî din ve, Dîzayî ragihand ku, wan xwestiye ku hevkarî di navbera Rûsya û Kurdistanê de hebe, ku bi hev re li dijî DAIŞê şer bikin.

Roja 16 Hezêranê bo beşdarîkirin di Kombenda Aboriya Cîhanî li bajarê Saint Petersburgê ya Rûsyayê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihêşt Rûsyayê û digel Wezîrê derveyê Rusiya Sergeî Lavrov civiya.