Qerayilan: Di heyama 10 mehan de 7 hezar leşkerên Tirkiyê hatine kuştin

Artêşa Tirkiyê 275 operasyonên serbazî û 581 êrîş encam dane.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Qerayilan ragehand ku, di encama 10 mehên şerûpevçûnan de, li Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 345 leşker û polîsên Tirkiyê li şerê li dijî gerîlayên PKKê hatine kuştin, herwiha 4 hezar û 362 polîs û leşkerên Tirkiyê li nav bajaran şerê li  dijî YPS hatine kuştin.

Di hevpeyvîneke de taybet bo kenala STÊRK T.V Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Mûrat Qerayilan ragehand ku, di encama 10 mehên şerûpevçûnan li Bakurê Kurdistanê 2 hezar û 345 leşker û polîsên Tirkiyê li şerê li dijî gerîlayên PKKê hatine kuştin, herwiha 4 hezar û 362 polîs û leşkerên Tirk li nav bajaran şerê li  dijî YPS hatine kuştin.

Kareylan amarên kuştiyên gerîlayên PKKê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ku, ragehandibû ku, 7hezar û 600 gerêla hatine kuştin redkir û da zanîn ku, di heyama 10 mehan de 345 gerîlayê PKKê şehîdbûne, herwiha 376 endamên YPS jî şehîdbûne ku, bi giştî dibin 721 kes û 12 gerêla bi dîl ketine destê dijim.

Derbarê hejmara operasyonan di hundirê 10 mengan de. Artêşa Tirkiyê 275 operasyonên serbazî û 581 êrîş encam dane.

Herwiha derbarê şerê li nav bajaran Keraylan aşkere kir ku, li 12 bajaran şer ji aliyê YPS hate kirin ku, di wan bajaran de gelek welatiyên sivîl di şehîdbûn ku, tenê li Cizîrê 200 kes canê xwe ji dest dan.