Nêrînên aliyên siyasî yên Dihokê derbarê peyama Barzanî de
K24 – Dihok
Partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li sînorê parêzgeha Dihokê derbarê referandûm û peyaman Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ya derbarên serxwebûna Kurdistanê de, hizrên wan yên cuda hene.
Roja 23 Hezêranê, Serokê Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî raya giştî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir, tê de daxwaz ji aliyên siyasî kiribû, bi mebesta guftûgokirina pirsa çarenivîşa Herêma Kurdistanê û diyarkirina gavên pêwîst ji bo referandûmê bicivin.
Ev çara duyem e ku, Serok Barzanî hewla civîneke berfereh ji aliyên siyasî dike, ku di civîna berê de her yek ji Tevgera Goranê û Komela Îslamî ya Kurdistanê amade nebûn ku beşdarî civên bibin.