Haco: Emê derbasbûna Pêmerege bo Rojava ligel Rûsyayê gotûbêj bikin

ENKS li ser daxwaza Wezareta Dereve ya Rûsyayê ew serdan pêkanî.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Kamîran Haco ragehand ku, serdana wan bo Rûsyayê berdewamiya karê wan ê Diblomatîk li Ewropa û welatên derve.

Derbarê serdana Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) Ibrahîm Biro û şanda ligel bo Rûsyayê Berpirsê Pêwendiyên Derve yê ENKS Kamîran Haco ji K24 ê re da zanîn ku, pirsa Sûriyê, pirsa Kurdî li Sûriyê û vegerandina Pêşmerge bo Rojavayê Kurdistanê babetên sereke yên civînîn wan û rayedarên Rûsyayê re.

Haco da zanîn ku, ev serdan dikeve di çarçoveya gera siyasî ya ENKS de,li welatên derve daku, ew nerînên xwe bighînin wan.Herwiha pirsa Cenêvê jî dê yek ji wan pirsên herî giring bin di danûstandinên wan de.

Herwiha Haco tekez kir ku, Rûsya welatek bibandore di kirîza Sûriyê de û hêviyên wan ewe ku, alîkariya pirsa Kurdî bike, aşkereki ku, dîtinên Rûsyayê bo wan giring in.

ENKS li ser daxwaza Wezareta Dereve ya Rûsyayê ew serdan pêkanî.