Erdogan û Putîn pêwendî bi rêya telefonê kirin

pêwendî nêzikê 45 deqeyan berdewam kiri.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Seroê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn bi riya telefonê hevdîtinek pêkanîn.

Li gor dazanîna çavkaniyên Serokomariya Tirkiyê Erdogan û Putîn îro seet 12:00an de bi rêya telefonê axifîne û hevdîtina wan nêzikê 45 deqeyan berdewam kiriye.

Derbarê hevdîtinê de zanyariyên berfireh dê demên pêşde werin belav kirin lê li gor zanyariyên pêşîn hevdîtina Erdogan û Putîn gelek erenî derbas bûye.