Aboriya Tirkiye ber bi başbûnê ve diçe

Aboriya Tirkiye piştî referandûma Brîtanyayê ketibû nav metirsîyekê lê piştî Tirkiyê û Îsraîlê li hev kirin û Tirkiyê gavên erênî ji bo çareser kirina krîza xwe digel Rusyayê avêtin aborîya wê hinekê serast dibe. Di encamê de borsa û hîse bilind bûn û dolar kêm bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4317fcf5-7589-4621-82d6-289dbc2f7ff5/GavenEreniTirkiyeRusyaIsrail.ism/manifest

K24 - Stanbol

Aboriya Tirkiye piştî referandûma Brîtanyayê ketibû nav metirsîyekê lê piştî Tirkiyê û Îsraîlê li hev kirin û Tirkiyê gavên erênî ji bo çareser kirina krîza xwe digel Rusyayê avêtin aborîya wê hinekê serast dibe. Di encamê de borsa û hîse  bilind bûn û dolar kêm bû.

Tirkiyê piştî 6 salan bi rêya peymanekê pêwendiyên xwe bi Îsraîlê re baş kir û ji bo çareser kirina krîza ligel Rusyayê jî hinek gavên erênî diavêje. Piştî gavên erênî kêfa karsaz û aborînasan xweş bû.

Bihayên Borsayên Stenbolê bilind bûn, bihayê dolarê Amerîkî ket û bihayê Rubleyê Rusî bilind bû.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu da zanîn ku, ev peyman dê tesîrek gelek baş li ser aboriya herdu welatan bike. Ev peyman dê rêya hinartina gaza me ya sirûştî bo Ewropayê veke

Gaza sirûştî ya ku Serokwezîrê Îsraîlê behs dike, çavkaniyên gaza siruştî ya Behra spî ye û nêzîkî 1 trîlyon metre kup gaza sirûştî di van çavkaniyan de hene.

Eger lihevhatin çêbe Îsraîl dê 30 milyar metrekup gazê  bi rêya xetên boriyan bibe bajarê Mersîna Tirkiyeyê û nêzîkî 8-10 milyar kûpan bide Tirkiyeyê û ya din li ser Tirkiyê jî bifiroşe Ewropayê.

Li Tirkiyê hêvîyek din a erênî li ser hatina geştyarên Îsraîlî çêbûye. Beriya 6 salan ku navbera her du welatan baş bû salane 650 hezar geştyarên Îsraîlî dihatin Tirkiyeyê Ev hejmar di van salên dawiyê de ketîbû 50 hezar kesan.

Wezîrê Aboriya Tirkiyeyê Nihat Zeybekçî amaje kir ku pêşketina pêwendiyên aborî û zêdebûna bazirganiyê digel Îsraîlê bo wan kêfxweşiyek e.

Di heman rojê de ku Tirkiye û Îsraîl peyman îmze kirîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan ji bo çareserkirina krîza Tirkiye û Rûsyayê nameyek ji serokê Rusyayê Vîlademîr Putîn re şand û ev yek jî bandoreke baş da ser aboriya Tirkiyê. Li gor pisporên aboriyê piştî van gavên erênî aborîya Tirkiyê dê baştir bibe.