Taykwendoyên Rojava diçin qehremaniyên navdewletî

Ji bilî werzeşê hin çalakiyên hunerî û civakî jî birêve dibin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/39f93824-3288-4c5f-90ef-5c17c8ede5ad/werzes%20%E2%80%93heseki.ism/manifest

 

K24-Hesekê

Taykwendoya Rehîma Ferman keçeke 6 salî ye û piçûktirîn listekvana taykando ye di cîhanê de, kariye kemera reş di hûnerên taykwando de bi dest bixe.Piştî serdana şandekê werzeşî ji navdewletî hin navendên taykwando ji bajarê Hesekê re bi armanca rahênan û nirxandian asta werzşvanên deverê lîstikvan rehîma yek ji wan kesên serkeftî bû.

Derbarê vê yekê Rehîma Ferman a listikvana taykwando wiha got: "Temenê min 6 sale li min karî kemere reş bi dest bixim , hêvîdarim ku rojekê bibim rahênera taykondoyê."

Herwiha 68 lîstikvanên din ji koma 400 endamên dibistana Pilingên taykwendo karîne kemera reş di heman werzeşê de ji yekîtiya taykwendo ya nevdewletî bidest bixin,  bi vê yekê tîma Pilingên taykoando beşdariya xwe di qehremaniya yaneyên cîhanê de li Urdinê bi 6 lîstikvanan misoger bikek.

Derbarê berpirsê dibisatê Ebid Ezîz wiha axifî: "Di 27ê Tîrmehê de, em dê beşdariyê di qehremaniya yaneyên cîhanî de li Urdinê bikin, bi tîmekî ji Rojavayê Kurdistanê bi navê dibistana Pilungên taykwando bi rengekî fermî , herwih çend rojên bûrî me karî 68 lîstekvanan di yekîtiya taykwando ya cîhanî tomarbikin"

Ji aliyê xwe ve lîstikvan û rahênera dibistana pilingên taykwando Dilyar Hisên wiha got:"Di serbazgeha me ya werzeşî de, bo qehremaniya Eman li Urdinê, em niha hev du rahênan dikin û em ji hev fêr dibin , em ezmûn û şehrzaiyê ji hev werdigrin."

Di çarçoveya çalakiyên wezeşî yên cîhanî de Lîstikvanên dibistana bilngên taykoando karîn 8 mîdaliyan bi dest bixin. Lê girtina dergehên sînorî bandoreke xirab li ser asta beşadarbûna wan di qehremaniyên navdewletê de kir, di demekê de ku yekîtiya werzaşvanên Sûriyê piştevaniya navendên werzeşî li deverên kurdî nake. Ji ber vê yekê lîstekvanên akadîmiya pilingên taykwando hêviya wê yekê dikin ku, yekîtiya yarîzanên taykwando li Kurdistanê vê pirsgirêkê ji wan re çareser bike.

Ji aliyê xwe ve lîstikvana taykowando Nisrîn Hesen –wiha axifî:Em dixwazin mîdaliyên qehremaniya Emanê bi dest bixin, em hêvîdikin ku gelek serkeftinan bi dest bixin , di sala 2013ê de jî min karî mîdaliyekê di qehremaniyê ordo de werbigrim , ezê kar bikim ku ev yek di qehremaniya Emanê de dûbare bibe."

Akademiya pilingên taykwando ji bilî werzeşê hin çalakiyên hunerî û civakî jî birêve dibin li gel fêrbûma zimanê kurdî, englîzî û bilavkirina rewşitên werzeşî, raman û perwerdeya mirovî, bizava wê yekê dikin ku, porogramek ji bo wergirtina  şehrezaiyê di navbera wan û werzeşvanên kurdistanê çê bibe.