Li Sûriyê di mehekê de 11 pizîşk hatine kuştin

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan da zanîn ku, ew kes ji aliyê rejîma Sûriyê, grûpên opozîsyonê, Rêveberiya Xweser û hink aliyên nensa ve hatine kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan rapora xwe ya mehan e belav kir, tê de ragehand ku, di meha Hezîrê de 11 pizîşkî, karmendên tendirûstî û endamên berevaniya sivîl hatine kuştin.

Derbarê vê yekê Tora Sûrî ya Mafê Mirovan derbarê amara kuştî û birîndarên sivîl rapora xwe ya meha Hezîrê belav kir tê de, ragehand ku, ji dema ku agirbest hatiye ragehandin li hemû navçeyên Sûriyê rêjeya kuştinê kêm bûye, taybet li deverên di bin kontirola grûpên opozîsyonê.

Li gor rapora rêxistina navborî 11 kes ji karmendên dezgehên tendirûstî û Berevaniya sivîlan di Hezîrana borî de hatine kuştin.Herwiha di 6 mehên borî de 81 pizîşk, karmendên berevaniya sivîlan, endamên dezgehên tendirûstiyê û alîkarên wan hatine kuştin.

Tora Sûrî ya Mafê Mirovan da zanîn ku, ew kes ji aliyê rejîma Sûriyê, grûpên opozîsyonê, Rêveberiya Xweser û hink aliyên nensa ve hatine kuştin.