Di 2 rojan de 100 hezar geştiyar digihin Herêma Kurdistanê

Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, di rojên cejna Remezanê de bêhtir ji 100 hezar geştiyarî serdana Herêma Kurdistanê kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, di rojên cejna Remezanê de bêhtir ji 100 hezar geştiyarî serdana Herêma Kurdistanê kirine.

Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî ji K24ê re ragihand ku, di du rojên cejna Remezanê de bêhtir ji 108 hezar geştiyar ji hemû parêzgehên Iraqî serdana navçeyên geştiyariyê yên Herêma Kurdistanê kirine.

Rostî amaje bi wê yekê kir jî, ku rêjeya hatina geştiyaran bo Herêma Kurdistanê re, ji salên borî bêhtir bûye.

Ji ber rewşa aştî û aramiyê, Herêma Kurdistanê wek cihekî baş bo geştiyarê tê hejmartin, di heman demê gelek cihên geştiyariyê li Iraqê ji piştî hatina DAIŞê têk çûne.