Partiya Azadî: Îran fişarê dike bo me li Başûr derbixe

Fermandarê Giştî yê çekdarên Partiya Azadiya Kurdistanê – Rojhilat dibêje ku, komara Îranê fişarê li berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike, ku wan ji nava xaka Herêma Kurdistanê derbixin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê çekdarên Partiya Azadiya Kurdistanê  – Rojhilat dibêje ku, komara Îranê fişarê li berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê dike, ku wan ji nava xaka Herêma Kurdistanê derbixin.

Ev yek jî di demekê de tê, ku ji nêzîkî 2 salan ve, ew partî di şerê li dijî DAIŞê de ne û karîne çendî êrîşên DAIŞê li rojavayê Kerkûkê têk bişkînin. Fermandarê Giştî yê çekdarên Partiya Azadiya Kurdistanê  – Rojhilat jî dibêje ku, tirsa Îranê ji serxwebûna Kurdistanê heye, loma êrîşên xwe zêde dike.

Partiya Azadiya Kurdistanê  – Rojhilat ji aliyekî de şerê DAIŞê dike, ji aliyekî din ve jî xwe amade dike bo rûbirûbûna her êrîşeke Îranê dike.

Fermandarê Giştî yê wê hêzê amaje bi wê yekê dike, ku Îran ne tenê li sînorê xwe, lê raze nabe li eniyên Pêşmerge jî şerê DAIŞê bikin, ku bi berdewamî fişaran dike bo derxistina hêza wan ji Herêma Kurdistanê.

Fermandarên payebilind yên Partiya Azadiya Kurdistanê, ku piştî ragihandina şoreşa çekdarî, çend çalakiyên leşkerî li dijî Pasdarê Îranê encam dan, amaje bi wê yekê dikin, ku êrîşên Îranê ne cidî ne, lê tirsa wê ji pêşketina Kurd li herêmê ye.

Beşekî ji Pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê, ku li rojavayê Kerkûkê cêgir in, ew di riya çalakiyên çekdarî karîn bi cahanê re bibêjin ku, Îran ne giraveke aram û hîmin e.