Esed: Putîn behsa qonaxa veguhêz li Sûriyê nekirye

Biryar e îro, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi armanca dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re serdana Moskoyê bike.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ragehand ku, Serokê Rûsyayê Veldemîr Putîn behsa qonaxa veguhêz li Sûriyê û dûrxistina wî ji desthilatê di Sûriyê de nekiriye.

Serokê rejêma Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneka xwe de ligel Tilvizyona NBC a Amerîkayê ku, biryar e îro were weşandin tekez kir ku, Yek gotin derbarê qonaxa veguhêz li Sûriyê ji aliyê Serokê Rûsyayê Putîn bo wî nehatiye kirin.

Esed diyar kir ku, ew qet ji civîna Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku, biryar e îro li Moskoyê birêve biçe natirse. Esed da zanîn ku, siyasta Rûsyayê li ser piransîpan bi rêve dice, ne liser rêkeftinan.

Biryar e îro, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi armanca dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re serdana Moskoyê bike.