Nêçîrvan Barzanî: Çaksazî û yasayên Mistefa Zelmayî zindî ne

Li Hewlêrê merasîma çileya zanayê Kurd Mistefa Zelmayî bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Hikûmetê û hejmaek ji berpirsên hikûmî û partiyên siyasî birêve çû.
kurdistan24.net

K24 – Hewlêr

Li Hewlêrê merasîma çileya zanayê Kurd Mistefa Zelmayî bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Hikûmetê û hejmaek ji berpirsên hikûmî û partiyên siyasî birêve çû.

Di çarçova beşdariya di merasîma çileya Mistefa Zelmayî de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, erkê hemû xelkê Kurdistanê, cîhana Îslamî, zanist û kesên pêşketî ye, ku rêzê li xizmeta mamosta Mistega Zelmayî bigirin.

Barzanî got jî: “Xweşhal im, ku bûm sedema vegera wî ji Kurdistanê re û li vir bimîne, min pê re got ku venegere Bexdayê, li Kurdistanê pêwîstiya me bi te heye, wî jî ev daxwaz qebûl kir.”

Barzanî got jî: “Îro mamosta Zelmayî bi gewdê xwe ji nava me bar kir, lê hemû çaksaziyên wî di yasayên Herêma Kurdistanê derbarê mafên jinê de zindî ne. têgihêştina zanistî di bîra me de ne. Bêhtir ji 60 pirtûk û lêkolînan di pirtûkxaneyên malên me, Kurdî û Îslamî de hêştiye. Herwiha hin ji pirtûkên wî li zanîngehên Kurdistan, Iraq û herêmê bûne programa xwendinê û li ser perwerde dibin.”

Di beşeke din ya ji gotarê de, Barzanî got: “Hemû milet bi zaneyên xwe şannaziyê dikin, mamoste Zelmayî jî yek ji wan zanayan e, ku netewa Kurd hemû şanaziyê pê dike.”