PDKê bersiva PKKê da

Di beyanameyê de tê gotin: Ya rast PKK dest li wan nûçeyên vala û bê bingeh û zanyariyên şaş ên belav dike berde.

K24-Hewlêr

Berdevkê Partî Dîmokratî Kurdistan(PDK)ê Mehmûd Mihmed bersiva PKKê dide, herwiha beyanameyekî belav kir, tê de amaje bi wê yekê kir, ku her kes û aliyek destdirêjiyê bike liser endam û aligirên partiya wan, divê li benda bersiva tund a partiya me be.

Îro, 14.07.2016ê Bedevkê fermî yê PDKê beyanameyek belav kir û amaje bi vê yekê dike tê de wiha got: Demeke çend malper û kanalên televizyonên ser bi PKKê hin nûçe û zanyariyên vala û bê bingeh belav dikin û navên dost û alîgirên partiya me teşhîr dikin. Ji ber vê xelkê tekoşer ê Kurdistanê em agahdar dikin ku ew nûçe û zanyariyane vala û bê bingehin û ji rastiyê dûr in. armanca PKKê bi vê berevajî kirin û êrîşa ragehandinî bi dû armanca tê kirin, a yekem: rewabûnê dixwazin bi zordariyê pêkbînin li wan gundên ku di kontrola wan de ne û nahêlin hejmareke zêde yên ji wan gundane bêne avakirin û ewên ku hatine avakirin jî dûbare ji bo bêne valakirin û wêrankirine. Ew jî tevgerîna wan a bi dehan sala ne. Ya dûyem jî: Ji bo neşirîn kirina partiya meye di çavê xelkê de û nîşandana dijatiya hewldanên netewî û niştîmanî yên partiyame yên referandom û serxwebûna Kurdistanê ne.

Di beyanameyê de tê gotin: Ya rast PKK dest li wan nûçeyên vala û bê bingeh û zanyariyên şaş ên belav dike dest lê berde û divê bê zanîn ku herkes û aliyekî destdirêjî bike ser endam û alîgirên partiya me, divê li benda pêkanînên tûnd ê partiya me be.