Holand:Êrîşa bajarê Nîs terorî bû

Holand da zanîn ku, di hundirê 18 mehan de, siyem êrîşa terorî li Fransayê tê encam dan.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê Franswa Holand ragehand ku, êrîşa bajarê Nîsê ku, tê de heta niha 84 kes tê de hatine kuştin êrîşkekî terorî bû.

Piştî êrîşa ku, şeva borî li bajarê Nîsê ku dikeve başurê  Fransayê otombêleke barhilgir êrîşî welatiyên wî bajarî kir yên ku, bi armanca cejna niştimanî ya welatê xwe kombûbû û bi awayekî hovane pêl wan welatiyan kir, di encam de heta niha 84 kesan canê xwe ji dest dane û 100 kesên din birîndarin, ji wan birîndarin 15 kes birîna wangiran e.Serokê Fransayê di gotarekî xwe de ragehand ku, ew êrêş terorî bû.

Holand da zanîn ku, di hundirê 18 mehan de, siyem êrîşa terorî li Fransayê tê encam dan.

Heta niha jî derbarê wê êrîşê kesekî berpirsyaretiya xwe neragehandiye, lê Holand tekezî li ser rola welatê xwe di şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê de kir, herwiha tekez kir ku, dê êrîşên wan li dijî DAIŞê zêdetir bibin.