Hesen: Opozîsyon ji têgîna Federalîzmê ditirse

Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) li Stanbol panelek sê rojî bo gotûbêjkirina sîstema federalîzma ku Kurd daxwaza wê dikin, birêve diçe.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser daxwaza Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS)Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) ûli Stanbol panelek sê rojî bo gotûbêjkirina sîstema federalîzma ku Kurd daxwaza wê dikin, birêve diçe.  

Pisporê di warê yasaya destûrî Dr. Mihemed Hesen derbarê wê panelê de ji K24ê re ragihand ku, ew workshop ku sê rojî ya ku li Stanbolê birêve diçe, ji sê beşan pêk tê, beşek kesên siyasî yên Kurd in, beşek siyasetmedarên Ereb in û beşek jî kesên serbixwe ne û pispor yasa û destûrê ne.

Hesen amaje kir ku, panel li ser sê babetan gotûbêj kirin, babetek ji damezrandina Sûriyê û heta destpêka şoreşa Sûriyê. Babetek jî derbarê deverên ku niha ne di bin kontrola rêjîma Sûriyê de ne. babetek sêyemîn jî derbarê pêşeroja Sûriyê de bû.

Hesen diyar kir jî, ku di vê workshopê de ti amaje bi sîstema federalîzma ku TEV-DEMê ragihandiye nekiriye, di panelê de behsa federalîzm tê kirin, wek ku sîstemek bo çareseriyê li Sûriyê û bandora wê li ser doza Kurd li Sûriyê.

Hesen amaje bi wê yekê kir ku, li gor hatiye ragihandin ku, TEV-DEM jî bo vê panelê hatiye vexwandin, da ku nêrînê xwe zelal bikin, lê ew amadehiya xwe bo beşdariyê di vê panelê de nedane.

Hesen ragihand ku, sîstema federalîzmê bo tevahiya Sûriyê baştirîn çareserî ye, lê ji aliyê opozîsyona Erebî baş nayê qebûlkirin, tenê derbarê nenavendiya rêveberî de nerim in, ji ber ku opozîsyona Erebî ji ditirsin Sûriyê bê perçekirin. Mihemed got: “Me ji opozîsyona Sûriyê re tekez kir ku sîstema federalîzm nîşana yekbûna Sûriyê ye, ne perçebûne ye.”