Tirkiye: Nêzîka 9 hezar karmend ji kar tên dûrxistin

Nizîka 9 hezar berpirs û karmend li tevahiya Tirkiyê ji karên xwe tên dûrxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nizîka 9 hezar berpirs û karmend li tevahiya Tirkiyê ji karên xwe tên dûrxistin.

Piştî şikestina kudetaya leşkerî li Tirkiyê, Wezareta Navxweyî 8 hezar û 777 endamên artêşa Tirkiyê, ji General, efser, berpirs û fermandar ji kar dûr xistin.

Herwiha, 30 walî (Parêzger) 46 Qaimeqam, 16 Şêwirmendên Yasayî, Cîgirekî Birêveberiya Giştî û 2 Berpirsên Fermangeha di nava wan kesên ku ji kar hatine dûrxistin de ne.