Asayişa Efrînê endamekî PDK-Sê li Efrînê digire

Asayişa Rojavayê Kurdistanê endamekî Komîta Herêmê yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Efrînê binçav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa Rojavayê Kurdistanê endamekî Komîta Herêmê yê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) li Efrînê binçav dike.

Endamê Komîta Herêmê yê PDK-Sê li Efrînê Ezet Kurdî, dema li gundê Maseko ya navçeya Reco di li boneyeke lihevhatinê bû, ji aliyê Asayişa Efrînê hate binçavkirin.

Zêneb Kurdî ku biraziya Ezet Kurdî ye ji K24ê re diyar kir ku, apê wê Ezet Kurdî (66 salî) ji gundê Memila ye, demeke dirêj mamosteyê dibistanê kiribû û ji bêhtirî 40 salî tevlî tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bûbû.

Ji aliyê xwe ve, PDK-Sê dibêje ku, hîn endamê serkirdeyatiya PDK-Sê Ebdilrehman Apo ji 5 mehan ve li Efrînê di zîndana asayişê de ye, hîn jî nehatiya dadgehkirin, ne jî hatiye azadkirin. Herwiha li gor PDK-Sê ku hîn endamên wê Idrîs Elo, Ehmed Sîno, Ehmed Sîdo, Rênas Ebdilrehman, Felemez Osman li cem asayişa Efrînê girtî ne.