“Ocalan” Parlementoya Tirkiyê lihev dixe

Di civîneke taybet ya Parlementoya Tirkiyê de, bi amadebûna Yekîtiya Bursa û Odeyên Bazirganiyên Tirkiyê û rêxistinên civaka Sivîl bo gotûbêjkirina hewla kudetaya leşkerî, alozî û tundûtûjî derket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di civîneke taybet ya Parlementoya Tirkiyê de, bi amadebûna Yekîtiya Bursa û Odeyên Bazirganiyên Tirkiyê û rêxistinên civaka Sivîl bo gotûbêjkirina hewla kudetaya leşkerî, alozî û tundûtûjî derket.

Parlementerê HDPê yê Enqerê Siri Sureya Onder gotarek derbarê kudetaya leşkerî de pêşkêş kir, lê dema di gotara xwe de got: “Berêz Ocalan” êrîşek ji aliyên hin endamên rêxistinên civaka sivîl lê hate kirin.

 Lê polîs ketin navbera Onder û parlementeran û nehêşt ku şer derkeve û Onder ji hole derxistin.