Tirkiye: Goristana Xayinan tê çêkirin

Li Tirkiyê, piştî şikestina derbeya leşkerî nîqaşeke nû dest pê kir. Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyê da zanîn ku ji bo 24 leşkerên derbekar ku hatine kuştin, bi ti awayî xizmetên olî dê neyê dayîn. Li Stenbolê jî bo leşkerên derbekar goristana xayînan dê bê avakirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2f977982-46d7-4c16-a009-42b49d081d93/GoristanaXayinanTeCekirin.ism/manifest

K24 – Stanbol

Li Tirkiyê, piştî şikestina derbeya leşkerî nîqaşeke nû dest pê kir. Serokatiya Karên  Diyanetê ya Tirkiyê da zanîn ku ji bo 24 leşkerên derbekar ku hatine kuştin, bi ti awayî xizmetên olî dê neyê dayîn. Li Stenbolê jî bo leşkerên derbekar goristana xayînan dê bê avakirin.

Li Tirkiyê dema hewldana derbeya leşkerî de 240 kes canê xwe ji dest da. Di nav wan 62 polîs, 5 leşker, 173 welatiyên sivîl hene. Herî zêde li Stenbol û Enqerê mirov hatin kuştin. Dema bûyeran, hezar û 535 kes jî birîndar bûn. Ji aliyê din ve 24 derbekar jî hatin kuştin, 50 derbekar jî wek birîndar hatin girtin.

Piştî mirinan, li ser definkirina leşkerên derbekar nîqaşeke dest pê kir. Mela naxwazin ku nimêja cenazeya derbekaran bikin. Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyê da zanîn ku bi tu awayî seleya derbekaran dê neyê xwendin, nimêja cinezaya wan dê neyê kirin û cinazeya wan dê nexin mizgeftan jî.

Şaredarê Stenbolê Kadîr Topbaş got: “Li ti goristanan cenazeyê wan nayê veşartin. Ji bo wan divê goristana xayinên welatê xwe dê bê çêkirin û li vir werin definkirin. Kesên ku li ber goristanê derbas bûn lanet li wan bînin. Bila li gora xwe rehet ranezin.”

Li bajarê Orduyê, şaredariyê bo definkirina cinazeya derbekarekî li goristanê cih neda û li hewşekê hat definkirin.

Leşkerên derbekar ku xwe wek endamê cimaeteke olî nîşan didan, bê nimêj hatin definkirin, dê bi kirdarên derbeya leşkerî bên zanîn.