Stanbol: Panoyek bi navên qurbaniyên kudetaya leşkerî

Panoyek ku navê kesên di hewldana derbeyê de canê xwe ji dest dabûn li Meydana Taksîma Stenbolê hate danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Panoyek ku navê kesên di hewldana derbeyê de canê xwe ji dest dabûn li Meydana Taksîma Stenbolê hate danîn.

Li Meydana Taksîmê ya Stanbolê panoyeke mezin ku navê kesên di hewldana derbeyê de canê xwe ji dest dane hatiye nivîsandin, hate danîn. Welatiyan helwestek germ hemberê vê panoyê nîşan dan û li pêş wêne kişandin.

Li ser zemîna reş bi nivîsên sipî, navê kesên bûne qurbanê derbeyê li gor rêza alfabeyê hatin nivîsandin. Li gel navê sivîlan navê polîsan jî heye.

Her wiha, aleke mezin ya Tirk jî li Navenda Çanda Ataturk hat daleqandin ku li Meydana Taksîmê ye.

Di hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê de 145 sivîl bi giştî 208 kes ji hêla kesên derbekaran ve hatin kuştin û yek hezar û 491 kes jî birîndar bûn. Ji derbekaran jî 24 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar xwe radest kirin.