Hejmara qurbaniyên êrîşa Almanya zêde bûn

15 kes hatine kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Medyaya Almanya ragehand ku, di encama wê teqîna li mola Olimpiya hatî kirin 15 kes hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndarbûne lê heta niha ew amar ji aliyên femî ve nehatine piştrast kirin.

Derbarê teqînê jêderekî taybet ji polîsên Almanyayê ragehand ku, hêzeke taybet mol dorpêçkiriye û daxwaz ji hemwelatiyan kirye ku, ji malên xwe dernekevin.

Herwiha hin jêderên din jî dibêjin ku, êrîşker ne tenê keseke belko ji gelek kesan pêk tê, lê heta niha kes nehatiye desteserkirin.Herwiha çavkaniyek ji polîsan heta niha kuştina 6 kesan piştrast kirye, da zanîn ku, dibe ku, êîşkeran cihê bûyer hêlabin.