Li Stanbolê 2 hezar û 70 kes hatine zîndankirin

Li Stenbolê derbarê hewldana derbeya leşkerî de hejmara kesên ku hatin girtin bû 2 hezar û 70 kes.

K24 – Stanbol

Li Stenbolê derbarê hewldana derbeya leşkerî de hejmara kesên ku hatin girtin bû 2 hezar û 70 kes.

2 hezar û 70 kesên ku sewqî dadgehê bûne, ji ber sûcên "bi endamtiya rêxistina terorî ya çekdarî, bi hewldana bo hilweşandina komara Tirkiyê" hatine zîndankirin.

Li tevahiya Tirkiyê jî, bi heman sûcan 123 jê general bi tevahî 5 hezar û 863 kes hatine zîndankirin.

Di nav kesên ku hatine girtin de, general, serbaz, dadwer, dozger, polîs û mamoste jî hene.

Şeva 15'ê Tîrmehê piştî hewldana derbeyê leşkerî di encama êrîşa leşkerên derbekar de 246 kes canê xwe ji dest dabûn.