Kiliçdaroglu: Derbe li dijî demokrasiya parlementoyê hatiye kirin

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje, hewla derbeya leşkerî li dijî demokrasiya parlementer a Tirkiyê hatiye kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu dibêje, hewla derbeya leşkerî li dijî demokrasiya parlementer a Tirkiyê hatiye kirin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îro li bajarê Stenbolê di Mitînga Demokrasî û Komarê de axifî û manîfestoyek ji 10 xalan pêk dihat ragihand.

Kiliçdaroglu di axaftina xwe de balê kişand li ser helwesta welatî û siyasiyan a li dijî derbeyê û got, hewla derbeya leşkerî bûye sedem ku çanda lihevkirinê di siyasetê de xurt bibe.

Di çarçoveya vê lihevkirinê de Kiliçdaroglu banga welatekî demokratîk û azad kir.