Opozîsyona Sûriyê bersiva Esed da

"Baweriya me yek carî bi rejîmê nemaye"

K24-Navenda Nûçeyan

Piştî ku duh, rejîma Sûriyê amadebûna xwe bo danûstandinan bê şertûmerc ligel opozîsyonê ragehand, opozîsyona wî welatî bersiva Esed da û got: Baweriya me yek carî bi rejîmê nemaye taybet di qonaxa veguhêz de.

Duh, rejîma Sûriyê ragehand ku ew bi armanca çareserkirina kirîza Sûriyê amade ye careke din dest bi danûstandinan ligel opozîsyona wî welatî bikin.

Ji aliyê xwe Endamê Şanda Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Munzir Maxos di daxuyaniyekê de bo rojnameya Şerq El-Ewsd re bersiva rejîmê da û ragehand ku, Desteya Bilind bihtir bi rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsyayê de derbarê şerê li idjî DAIŞê û Cebhet El-Nûsrayê mijule.

Baxos da zanîn ku, êdî bi yekcarî baweriya wan bi rejîma Sûriyê nemaye, taybet di qonaxa veguhêz de. Da zanîn ku gotinên rejîmê û kirinên wê ji hev dûr in.

Berî niha Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ragehandibû ku, ew bi hêvî ne gereke din a danûstandinan di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî di meha Tebaxa bê de dest pê bike.