YNK peyama Barzanî gengeşe dike

Biryar e di civîna bê ya Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya (YNK) Kurdistanê de, peyama Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ya bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê gengeşe bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e di civîna bê ya Pîlotbîroya Yekîtiya Niştimaniya (YNK) Kurdistanê de, peyama Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ya bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê gengeşe bike.

Ji pêr de, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ligel YNKê û Tevgera Goranê civiya û peyama Barzanî ya derbarê pirsgirêkên navxweyî gihande herdu aliyan. Biryar e jî Pîlotbîroya YNKê di civîna xwe ya bê de peyama Barzanî gengeşe bike.

Herwiha duh, Fûad Hisên ligel Cîgirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl civiya, berî wê civînê jî Hisên bi awayekî cuda ligel her yek ji Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa û Berpirsê Desteya Kargêrî yê Pîlotbîroya YNKê Mela Bextiyar civiyavû.

Li gor zanyariyên medyaya fermî ya YNKê, di civîna bê ya Pîlotbîroya wê partiyê de, peyama Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî bê gengeşekirin.