Riza Altun: Damezrandina dewleteke Kurdî dê pirsgirêkan zêde bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PKKê dibêje, “Dewleta netewî ji bilî pirsgirêkan çê nekiriye, loma damezrandina dewleteke Kurdî dê pirsgirêkan zêde bike.”
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Riza Altun di hevdîtinekê ligel rojnameya “Sefîr” a Libnanî ya nêzîkî rêjîma Sûriyê de ragihand got “Me gotina Serxwebûnê bi gotina azadiyê guhartiye, ji ber ku serxwebûn têgîna azadiyê di nava xwe de hilnagire. Dewleta netewî ji bilî pirsgirêkan çê nekir, loma damezrandina dewleteke Kurdî dê pirsgirêkan zêde bike.”
Altun got jî: “Hêzên Capitalist û Capitalista Nûjen, dixwazin siyasetên xwe ser perçekirina Rojhilata Navîn ava bikin, ev jî ne çareserî ye. Loma divê em kar ji bo cudabûna azadiya xwe ji azadiya kesên derdora xwe nekin.”
Altun di beşeke din de dibêje: “Em di aliyê netewî yê teng re li doza Kurdî nanêrin, lê em wê wek bingehekê ji azadiya gelên Rojhilata Navîn re dibînin… Her dewleteke li ser bingeha netewî hatiye damezrandin, bi dewleteke din re pirsgirêk çê bûne.”
Altun got jî: “Ji dêvla dewleta serbixwe û daxwaza cudahiyê, em daxwaza azadiya civakê ji hemû pêkhateyên herêmê dikin.”
Derbarê pêwendiyên ligel Rêveberiya Xweser ya li Rojavayê Kurdistanê de, Altun diyar dike ku, ew bi awayekî rasterast destêwerdanê de hundir Rojavayê Kurdistanê de nakin, lê tenê ew pêşniyaran pêşkêşî wan dikin.
Herwiha Altun domand û got: “Em ji bo bakurê Sûriyê sîstema federalîzmê dixwazin, herwiha em daxwazin navê “Rojava” ji navê vê federalîzmê derbixin, ji ber “Rojava” tê wateya ku federalîzmeke taybet bi Kurdan e. Bakurê Sûriyê jî gelek pêkhate tê de hene. “Rojava” jî perçeyeke ji cugrafiya Sûriyê ye.”