Tevgera Îslamiya Kurdistanê 11'emîn kongreya xwe lidar dixe

Kongreya 11'emîn ya Tevgera Îslamiya Kurdistanê li Silêmaniyê dest bikarên xwe kir, biryar e 370 endam beşdarî kongreyê bibib û 56 kes wek endamên Şûra bêne hilbijartin. Herwiha her yek ji Rêerê berê Îrfan Elî Ebdilezîz û endamê Pîlotbîroyê wê tevgerê Kemîl Hacî Elî bo posta Rêberê Giştî berbijêr in.
kurdistan24.net

K24 – Silêmanî

Kongreya 11'emîn ya Tevgera Îslamiya Kurdistanê li Silêmaniyê dest bikarên xwe kir, biryar e 370 endam beşdarî kongreyê bibib û 56 kes wek endamên Şûra bêne hilbijartin. Herwiha her yek ji Rêberê berê Îrfan Elî Ebdilezîz û endamê Pîlotbîroyê wê tevgerê Kemîl Hacî Elî bo posta Rêberê Giştî berbijêr in.

Îrfan Elî Ebdilezîz ji K24ê re axivî û got: “Daxwaz ji endamên kongreyê dikin ku aramiyê biparêzin, bo kongre bi awayekî modern bivêve biçe.”

Ebdilezîz got jî: “Di kongreya berê de 500 endam beşdar bûbûn, lê di vê konreyê de Komîteya Serpiriştyar biryara kêmkirina endaman bo beşdarîkirina vê kongreyê daye.”

Tevgera Îslamiya Kurdistanê, di sala 1987an bi serokatiya Osman Ebdilezîz li Îranê hate ragihandin. Herwiha yekem partiya siyasî ya Îslamî ya çekdar e, ku başûrê Kurdistanê hatiye damezrandin. Di sala 1999an de bi Tevgera Raperîn bû yek. Di sala 2001an de Komela Îslamiya Kurdistanê û Ensar el-Îslam ji wê tevgerê cuda bûn.

Kongeya 10'emîn ya Tevgera Îslamiya Kurdistanê di sala 2012an de hat lidarxistin, tê de Îrfan Elî Ebdilezîz wek Rêberê Giştî yê wê tevgerê hate hilbijartin.