Tevgera Goranê bo serdana Fûad Hisên dicive

Civata Giştî ya Tevgera Goranê derbarê serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û civîna wî bi Rêkxerê Giştî yê wê tevgerê re, civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civata Giştî ya Tevgera Goranê derbarê serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û civîna wî bi Rêkxerê Giştî yê wê tevgerê re, civiya.

Medyayên Tevgera Goranê belav kirin ku, bo gengeşekirina li ser serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên bo Silêmaniyê û hevdîtinên wê bi Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Newşêrwan Mistefa û berpirsên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re, îro Civata Giştî ya Tevgera Goranê bi serokatiya Newşêrwan Mistefa civiya.

Hat ragihand ku, ji bilî wê yekê, Civata Giştî ya Tevgera Goranê mijara serdana Nûrî Malîkî û hevdîtina wî ligel Newşêrwan Mistefa re jî dê gotûbêj bike.

Pêngavên rêkeftina siyasî ya di navbera YNK û Tevgera Goranê û karê komîteya hevbeş ya herdu aliyan jî, yek ji mijarên civîna Civata Giştî ya Tevgera Goranê ye.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên di çarçoveya peyama Serokê Herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de, serdana Silêmaniyê kir, herwiha ligel berpirsên payebilind yên YNK û Tevgera Goranê hevdîtin pêk anîbûn.