Erdogan:10 hezar girtî û 18e hezar binçankirî hene

Di dema derbeyê de 237 sivîl û polîsan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 191 jî birîndar bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje ku, ji şeva hewldana derbeyê heta niha 10 hezarê zêdetir kes hatine girtin û 18 hezarê zêdetir jî di bin çavan de ne.

Erdogan beşdarî bernameya televîzyona A TV ya Tirkiyê bû û derbarê hewldana derbeya serbazî de pirsên rojnamegeran bersivandin. Erdogan got, beriya 3-4 salan derbarê Fethulah Gulen de tiştek xirab hatiba gotin, bawer nedikir lê îro bi hewldana derbeyê li welêt xwîn rijandiye.

Erdogan da zanîn ku cemaeta Gulen divê ji hemû sazî û dezgeyên dewletê bê paqijkirin û bo vê dibe ku rewşa awarte bê dirêjkirin.

Erdogan aşkere kir ku, di dema derbeyê de  237 sivîl û polîsan canê xwe ji dest dane û 2 hezar û 191 jî birîndar bûne, ji şeva derbeyê heta niha 10 hezar û 137 kes hatine girtin û 18 hezar û 699 kes jî hatine binçavkirin.