HDP û saziyên sivîl bo Ocalan kombûnan pêk tînin
K24 – Stanbol
Piştî hewldana derbeya leşkerî li Tirkiyê, HDPê ji ber endîşeya jiyana serokê PKK Ebdullah Ocalan biryar da ku, bi gelek saziyên sivîl re kombûnan pêk bînin û dengê xwe bigihînin welatiyan.
Li ser vê mijarê li avahiya HDPê ya Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniya hevbeş de alîkarê Hevserokê HDPê yê Stenbolê Şamîl Altan bal kişand li ser rewşa Ocalan û ragihand, piştî hewldana derbeya leşkerî planên derbekaran yên li ser kuştina Ocalan derketine meydanê, ji ber wê ew ji jiyana Ocalan endîşe dikin.
Her çiqes Wezareta Dadê ya Tirkiyê diyar kirîbe rewşa tenduristiya ocalan baş e jî, di daxuyaniyê de wan ragihand, ew ji rewşa Ocalan endîşedar in û xwestin şandeyek li gel Ocalan hevdîtînekê bike.
HDP ê ragihand, ew dê li gelek bajarên tirkiyê û hinek bajarên Ewropayê çalakiyan pêk bînin û heta ku bihelin şandeyeka serdana Ocalan bikin.