Mislim: Rêzê li referandûma Başûrê Kurdistanê digirin

Hevserokê PYDê dibêje, heger li Başûrê Kurdistanê referandûm encam bide, ewê rêzê li encamên wê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê dibêje, heger li Başûrê Kurdistanê referandûm encam bide, ewê rêzê li encamên wê bikin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim ji “Ara News” re ragihand, heger li Başûrê Kurdistanê referandûm encam bide, ewê rêzê li encamên wê bikin.

Mislim got jî, armanca wan li Rojavayê Kurdistanê ne bidestxistina serxwebûnê ye, ew zêdetir kar bo Sûriyayeke federal kar dikin.

Mislim amaje bi wê yekê kir, ku serdema dewleta netewî di ser re çûye û dem niha dema hewl bo sîstema federalîzmê ye.