Elî Bapîr: Aliyên siyasî nermî nîşan dane

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê derbarê civîna aliyên siyasî de ragihand, aliyên siyasî nerm nîşan dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê derbarê civîna aliyên siyasî de ragihand, aliyên siyasî nerm nîşan dane.

Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr ji K24ê re ragihand, civînên bo çareserkirina pirsgirêkên navxweyî, heta niha aliyên siyasî nermî diyar kirine û civîn jî bi pêş ve diçin.

Derbarê civîna îro bi Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên re, Bapîr got: “Armanc ji vê civînê çareserkirina vê rewşa girêk ya Herêma Kurdistanê ye.”