Li Fransayê 13e kesan canê xwe ji dest dan

6 kesên din jî birîndar bûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Fransayê, agir bi barekê cihê vexwarinên kiholî  ket, di encam de herî kêm 13e kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa AFPê, Şeva borî li bajarê Rouen ê Fransayê,  dema grûpekê ahineke bo cejna jidayîkbûnê pîroz dikir, şewat derket, di encam de 13e kesan canê xwe ji dest dan û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Polîsan da zanîn ku, şewat ji ber vindên ku hatibûne vêxistin  ku li ser kêka jidayîkbûnê hatibûn danîn, derketiye.

Çend roj berê jî li heman bajarê Fransa, endamekî DAIŞê li nav dêrê, bi kêrê serê keşeyekî birîbû.