Erdogan: Yên ligel PKK û Gulen in bo mîtîngê nayin vexwendin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê sedema nebeşdariya HDPê bo mîtînga îro ya Stanbol aşkere dike û dibêje, her aliyek digel PKK û grûpa Fethula Gulen karê hevbeş hebe nayin beşdarîkirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan, daxwaz ji hemû partiyên Tirkiyê ji bilî HDPê kir ku, îro beşdarî mîtînga li dijî hewla kudetaya leşkerî ya 15 Tîrmehê bibin.
Erdogan derbarê nebeşdarîkirina HDPê de got ku, PKK û grûpa Fethula Gulen li du aliyê terezûyê dananim, heger daxwaz bikim, nikarim bersiva şehîd û birîndaran bidim.
Mîtînga li dijî hewla kudetaya leşkerî îroli Stanbolê birêve diçe, her sê partiyên Parlementoya Tirkiyê AKP, CHP û MHPê di mîtîngê de beşdar in. tê pêşbînîkirin ku zêdetirî 3 milyon kes beşdarî mîtîngê bûne û wek mezintirîn mîtîng di dîroka Tirkiyê de tê hejmartin.