Sûriyê Serokê Desteya Parastinê li Helebê ji kar dûrxist

Piştî şerê li Helebê rejîmê ew dûrxist.

K24-Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê Serokê Desteya Parastinê li bajarê Helebê lîwa Edîb Mihmed ji kar dûrxist û lîwa Zeyd Salih Cîgirê Fermandariya zêrevanên Comhorî ji dêvla wî ve destnîşan kir.

Derbarê vê babetê Serkirdayetiya Giştî ya Artêşa Sûriyê li ser malpera xwe Fêsbokê nûçeyeke lezîgin belav kir tê de ragehand ku wan biryar daye Serokê Desteya Parastinê li bajarê Helebê lîwa Edîb Mihmed ji kar dûrxist.

Herwiha li gor nûçeyê lîwa Zeyd Salih Cîgirê Fermandariya zêrevanên Comhorî ji dêvla wî ve destnîşan kirine.

Tê zanîn ku şereke giran li bajarê Helebê di navbera Artêşa Sûriyê û çekdarên opozîsyona wî welatî de didome.