Fûad Hisên bi Pîlotbîroya PDKê re dicive

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hemû hewlan bo yekrêziya navmala Kurdî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) hemû hewlan bo yekrêziya navmala Kurdî dike.

Malpera fermî ya PDKê belav kir ku, îro Polîtbîroya PDKê ligel Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên civiye, bo gengeşekirina destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî û gera danûstandinan.

Di civînê de, Polîtbîroya PDKê piştevaniya xwe bo wê gera danûstandinan û hemû hewlekê bo yekrêziya navmala Kurdî derbirî û bi girîngî dizane ku hemû aliyek bi hestiyariyê vê rewşê hest biki, ta her çi zû navmala Kurdî birêk bikeve, berjewendiyên bilind yên Herêma Kurdistanê sûdê ji vê rewşê werdigire.