Xortekî Başûrê Kurdistanê ji aliyê Pasdaran ve hat kuştin

Pasdarên Îranê li devera Şarbajêr ya Başûrê Kurdistanê gule bi ser xortekî de barandin, piştre jî li nexweşxaneyeke Silêmaniyê canê xwe jidest da.

K24 – Silêmanî

Pasdarên Îranê li devera Şarbajêr ya Başûrê Kurdistanê gule bi ser xortekî  de barandin, piştre jî li nexweşxaneyeke Silêmaniyê canê xwe jidest da.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê ragihand, pasdarên Îranê li devera Şarbajêr ya sînorî gule bi ser hin karkeran ve berdan, di encamê de xortekî 19 salî bi navê Pîşwan Mistefa birîndar bû û piştre li nexweşxaneya firyadkirinê ya Silêmaniyê canê xwe jidest da.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, ew xort karker bû û di dema nanxwarinê de guleya pasdaran lê ket.

Berê jî çendîn welatiyên Barşûr û Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatine armanckirin.