Şemxanî: Barzanî Siyasetmedarekî hişmend û Xebatkarekî bêwestan e

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî û Sekreterê Encûmena Bilind yê Asayişa Netewî yê Îranê Elî Şemxanî, pêwendiyên ewlehiyê yên di navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Kerîm Sincarî û Sekreterê Encûmena Bilind yê Asayişa Netewî yê Îranê Elî Şemxanî, pêwendiyên ewlehiyê yên di navbera her du aliyan de gotûbêj kirin.

Sencarî bi serdanekê ji Tehranê re bi Şemxanî re civiya û li gor medyayên Îranê, ku pirsên ewlehiyê babeta sereke ya civînê bû.

Her li gor medyayên Îranê, Şemxanî spasiya rola Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî kir, ji ber perepêdana wî bi pêwendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê. Herwiha Barzanî bi siyasetmedarekî hişmend û xebatkarekî bêwestan binav kir.

Şemxanî amaje bi piştevaniya Îranê bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya dewleta Iraqê de kir, ku siyaseta wan nayê guhartin, bi taybet jî di rewşên xirab û krîzan de.

Ji aliyê xwe ve, Kerîm Sincarî spasiya alîkariya berdewam ya Îranê di warê ewlehî, siyasî û aborî bo Herêma Kurdistanê kir û bal kişande ser hestiyarbûna Herêma Kurdistanê bo parastina ewlehî û aramiya sînorên bi Îranê re.

Sincarî, şerê li dijî terorê karê pêşî yê Herêma Kurdistanê ye û ragihand, Îran we hevpeymanekî stratîjî ya Iraqê ye û rola Îranê di şerê li dijî terorê de serekî bû.