Xelkê Kobanê bê alîkarî nikarin malan ji nû ve ava bikin
K24 – Kobanê
Hin neşteciyên devera mûzexaneyê ya li bajarê Kobanê, nerazîbûna xwe ji projeya belavkirina erdan li şûna malên wêranbûyî aşkere dikin û didin zanîn ku, ew bê alîkarî û bi tena xwe nikarin malan ji nû ve ava bikin.
Projeya belavkirina erdan berî du mehan ji aliyê kordinisiyona jinûavakirina Kobanî ve dest pê kir, ku komîteyak ji 8 kesan ve hat nîşankirin, ta lêkolîneke berfereh were kirin û bi temamî mafê xewdî milk û malan bê dayên .
Piştî ku biryara biçûkirina mûzexaneyê hat standin û deverek bi rûbera mûzexaneyê li başûrî Kobanê bo qrebûkirina kesên ziyan dîtine
hat destnîşankirin, welatiyên Kobanê ji nû ve jiyan bi wan geş bû û hejmarek ji wan malên xwe ji nû ve li ser wêraniyê ava dikin.