Rûsya ji destpêka operasyonên xwe 2 hezar û 704 sivîl li Sûriyê kuştine

Ji wan 746 zarok û 514e jin hene.

K24-Navenda Nûçeyan

Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan ragehand ku ji destpêka operasyonên Rûsyayê heta niha du hezar û 704 sivîl hatine kuştin.

Derbarê vê yekê tora Sûriyê ya Mafê Mirovan di daxuyaniyek belav kir tê de amarên qurbaniyên Sûriyê ji encama êrîşên firokeyên Sûriyê ragehand, tekez kir ku ji destpêkirina operasyonên Rûsyayê heta niha du hezar û 704 sivîl hatine kuştin, ji wan 746 zarok û 514e jin hene.

Li gor daxuyaniyê hejmara herî zêde ji qurbaniya li bajarê Helebê ne, ku hejmara wan giheştiye hezar û 178 sivîlan, pişyî wê bajarê Idlibê bi 652 welatiyên sivî û Dêrezor bi 331 sivîl hatine kuştin.

Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan amaje bi yekê kir ku, piştî ragehandina agirbestê di 27ê Sipata borî de di navbera Amerîka û Rûsyayê rêjeya qurbaniyan kêm bûye.