Dr. Memo Elo: Nabe Kurd birayê xwe bigre û têxe zindanê
K24-Navenda Nûçeyan
Mamostayê zankoyê li Brîtanyayê Dr. Memo Elo derbarê girtina serkirdeyên partiyan li Rojavayê Kurdistanê ragehand ku, nabe Kurd birayê xwe têxe zindanê, da zanîn ku mamoste Hesen Salih ne yê zindanê ye.
Derbarê girtiya serkirdeyên partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, Mamostayê zankoyê li Brîtanyayê Dr. Memo Elo ji K24ê ragehand ku, ew li dijî girtina wan serkirdeyan û kiryaran e, da zanîn ku her du aliyî ENKS û TEV-DEMê gunehbar in.
Dr. Memo tekez kir ku, nabe Kurd birayê xwe têxe zindanê, da zanîn ku mamoste Hesen Salih ne yê zindanê ye.
Herwiha Mamostayê zankoyê amaje bi rola PYDê di şerê li dijî DAIŞê û girûpên tundrew kir, lê girtina siyasiyan karekî xirabe û nayê qebûlkirin.
Li gor mamostayê Zankoyê çareseriya kirîza di navbera her du aliyan bi danûstandin û hevqebûlkirinê de ye.
Duh, li hemû bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan li dijî kiryarên PYDê bi rê ve çûn, di encamê de jî Asayîşa Rojava êrîşî xwepêşandan kir û 22 welatiyên sivîl li bajarê Dêrikê girtin.