Tirkiye 38 hezar girtî azad dike

Piştî şikestina kudetaya 15 Tîrmehê li Tirkiyê, egera derxistina lêborîna giştî, li ser asta siyasî û ragihandinê bûye rojeva Tirkiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî şikestina kudetaya 15 Tîrmehê li Tirkiyê, egera derxistina lêborîna giştî, li ser asta siyasî û ragihandinê bûye rojeva Tirkiyê.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag li ser rûpela xwe yê twîttirê nivîsandiye, di çarçoveya serastkirina nû de û di dema destpêkê de wê 38 hezar girtî yên berî 1 Tîrmehê hatine girtin, dê bên azadkirin.

Bozdag ragihand ev berdan ne lêborîna giştî ye, heta dîroka berdana wan jî bi merc e û dê li derve cezayê xwe weke serbestiya di bin kontrolê de dewam bikin.

Bi hezaran welatiyên Kurd ji siyasetmedar, rojnamevan, endamên şaredariyê, endam û alîgirên PKK û HDPê di zîndanê de ne, lê ti yek ji wan nayê azadkirin.

Herwiha Bozdag derbarê kesên ku di proseya azadkirinê de nayin azadkirin de got, kesên di çarçoveya yasaya şerê li dijî terorê de hatine girtin, proseya azadkirinê wan li xwe nagire.

Tevahiya zîndaniyên siyasê yên Kurd li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi tuhmeta endam yan propagendeya ji PKKê re hatine girtin, ku di yasaya Tikiyê de bi terorê tê nasîn.