KCK ji Tirkiyê dixwaze dest bi proseya aştiyê bike

Koma Cevakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dike, ku berve aştiyê gavan bavêje û dibêje: “ Em amade ne ku berpirsyariya ku dikeve ser milê me de bi cih bînin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Koma Cevakên Kurdistanê (KCK) di daxuyaniyekê de daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dike, ku berve aştiyê gavan bavêje û dibêje: “ Em amade ne ku berpirsyariya ku dikeve ser milê me de bi cih bînin.”

Di duxuyaniyê de hate wiha hate gotin, ‘’Di demên dawî de ji ber bang û daxwazên hin dewlet, hin saziyên ji bo ku pirsgirêka bi rêya aştiyê çareser bibin, hin rêxistinên dost ên li Başûrê Kurdistanê, hin navendên hêzên Tirkiyê, hêzên demokrasiyê û yên ji HDP’ê daxwaza wê yekê kiribûn, em jî dibêjin ku pêwîst e daxwaza aştiyê bikin, lê dive dewleta Tirkiyê gavên cidî bo aştiyê bavêje, paşê çi bikeve ser milê me de bi cih tînin.”

KCKê di beşek din ya daxuyaniyê de dibêje: “Bo çareseriya pirsa Kurd û destpêkirina guftûgoyan, pêwîst e dewleta Tirkiyê gavên cidî bavêje, em jî bow ê pirsê amade dibin, heger Tirkiye bixwaze di mehekê de pirsa Kurd çareser dibe û aştî vedigere Tirkiyê, ev pêngav jî nabe dewleta Tirkiyê bo armancên xwe bikar bîne, pêwîst e bi cidî gavan bo çareseriya pirsa Kurd bavêje.”

Derbarê çawaniya destpêkirina proseya aştiyê de KCKê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Hikûmeta APKê bo çareseriya Pirsa Kurd dikare sozê bide xelkê Tirkiyê û niyazpakiya xwe nîşan bide, piştre şandek ji Parlementoya Tirkiyê ku HDP di nav de be, biçe Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdulah Ocalan re rasterast guftûgoyan dest pê bikin. Piştre PKK, KCK, partiyên di nava parlementoyê de, pêkhateya Elewî, rewşenbîr û rêxistinên civaka sivîl biçine nava guftûgoyan.”