Serokê ENKSê ligel Sekreterê PDKÎ re civiya

Her du aliyan tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên xwe kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Şandek ji Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê(ENKS) serdana partiya Dîmuqrata kurdistan- îranê li bajarê Koya kir û ligel Sekreterê wê Mistefa Hicrî re civiya.

Îro, li bajarê Koye yê ser bi parêzgeha Hewlêrê şandek ji Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê(ENKS) bi Serokatiya  Serokê ENKS Ibrahîm Biro û Serokê komîteya Peywendiyên Derve yê ENKS Kamîran Haco û Endamê Komîteya peywendiyên derve yê ENKS Mistefa Sîno pêk dihat, bi Sekreterê Partiya Demuqrata Kurdistan Îranê Mistefa Hicrî re hevdîtin pêkanîn.

Di civînê de behsa rewşa Rojavayê kurdistanê bi giştî û kiryarên PYD li Rojavayê kurdistanê, û êrîşên rêjîma Esed li ser bajarê Hesekê hat kirin.

 Her du aliyên siyasî tekezî li ser bihêzkirina  peywendiyan di navbera ENKS û aliyên kurdistanî de, herwiha partiya navborî jî kirin.