Tê çaverêkirin ku li cîhanê 500 milyon kes bê av bimînin

li Rojhilata navîn pileya germahiyê bi awayeki metirsîdar bilind bûye .

K24-Navenda Nûçeyan

Germbûna gerdûnê yek ji mijarên herî giring ya sedsala me bandora xwe li Rojhilata Navîn nîşan da. Li welatên rojhilata navîn û welatên kendavê germahiyên gelek zêde têne tomar kirin. Li gor pisporan ev rewşa xerap dê salên pêşde zêdetîr xwe nîşan bide pispor diyar dikin ku dikare şerên mezin ji ber avê derbikeve û koçberiyek mezin jî derkeve.

Li Rojhilata navîn û welatên kendavê van salên dawiyê de germahiyên herî zêde têne tomar kirin. Li gelek cihan germahî ji 50 pileyan derbas bû.Li gor pisporan ev germahiyên zêde ji ber pirsgirêka germbûna gerdûnê derdikeve.

Ev mijara ku dinyayê dike nav metirsiyeke mezin li Stenbolê di panelekê de hat gotûbêj kirin. Gelek zanist beşdarî vê Panelê bûn û balkişandin li ser vê metirsiyê û ragihandin ku li gelek welatan ji ber germahiyê mirin zêde bûne. Germahiyên zêde li ser jiyana rojane jî tesîra xwe nîşan daye û ev rewş her sal zêdetir dibe.

Li ser krîza avê û germbûna gerdûnê endama saziya mafê avê Nuran Yuce yê balkişand ser vê rewşê û metirsiya wê wiha anî ziman.

Endama Saziya Mafê Avê Nuran Yuce wiha got:

" Ji ber kêmbûna avê koçberî jî destpê dike.Kêmbûna avê ya li rojhilata navîn û welatên din dibe sebeba van krîzan.Koçberî bi awayeki zêde bilind dibe û ev dê bibe krîzek mezin ji bo dinyayê."

Li ser guherîna hewayê û pirsgirêka avê lêkolîneka dî nîşan dide ku ji Fasê heta Îsraîl,Erebîstan Siûdî û Kurdistanê rêkorên germahiyê têne şikandin.

Yek ji beşdarê panelê Dr. Korhan Gumuş jî ragihand ku ne tenê jiyana rojane,çand û dîrok jî li gor avê tê diyar kirin.

Pisporê Avê Dr.Korhan Gumuş ji aliyê xwe wiha axifî:

" Di dîrokê de tê dîtin ku bajar li ser çavkaniyên avê hatîne ava kirin.Wek mînak eger tengava Stenbolê nêbûya belkî ev bajar çênebûya. Çêmê Firad û Dîcleyê Mezopotamya û bajar û gundê wê dîyar kirine."

li Rojhilata navîn pileya germahiyê bi awayeki metirsîdar bilind bûye û ji ber wê salên pêş de nêzîkî 500 milyon mirov dê bêav bimînin û rastî germahiyên zêde bên.